tayêkî řîşeyî dił be nûkî ẍemzeda da

şîrîn teşî deřêsê
From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 4 minutes  3437 views
tayêkî řîşeyî dił be nûkî ẍemzeda da
destêkî bo sema bird řûbendî mahî lada
nafey gułî be derkewt ’etrî be dem seba da
barîk û lûs û nask wek zulfî xawî bada
wek şaxî guł belada, şîrîn teşî deřêsê
nûkî teşî be gerduş çerxêkî qutbî pêwe
meceřře bû be dawî ke çerxî kewte nêwe
wek zuhre destî kêşa ke bendî qewsî zêwe
estêre mahî dagirt sabit geřa be pêwe
’ereq be řû beřêwe, şîrîn teşî deřêsê
le banî ’areqî řişt le pêkenînî zarî
be xende ẍunçe guł bû guławî lê debarî
witim: bifermû ser dû çawî min be yarî
be çawî min bibînin telîsmî sîḧirkarî
ke serwî coybarî, şîrîn teşî deřêsê
ke destî bird û hêna be diłberî be tada
hênaye çerx û gêřay be řanî safîda da
’eyan bû penceyî řoj be xettî îstîwada
be subḧî sadiq engût zeneb lenêw semada
ḧîret le masîwada, şîrîn teşî deřêsê
ke hate çerx û bazî teşî be řanî lûsî
dekewte paybûsî dû zulfî abnûsî
zeneb le mangeşewda dehate çaplûsî
leser beyazî gerden be xettî xoşî nûsî
mehtabe paybûsî, şîrîn teşî deřêsê
yexey kirasî laçû pişkût be herdû lêwan
guł û şeker debarî le kûçebaẍî sêwan
zulfî pexşan bû kułmî we derdekewt lenêwan
şems û qemer hełatin dwênêke nwêjî şêwan
wefayî kewte kêwan, şîrîn teşî deřêsê
ke kewte çerx û gerdiş teşî bedestî řengîn
hewday le lêw û dem da xurşîdî sîne nesrîn
semay be zûzeneb da: kif alxizîbArabicy şîrîn
girtî xetî medaran şefeq be ’îqdî perwîn
sîḧrêke bo dił û dîn, şîrîn teşî deřêsê
dû zulfî çîn be çîn kird, ke nafeyî xetaye
dû memkî xiste ser loq henarî diłguşaye
be xendey çerxêkî da ke şewq û neş’e waye
be nukte pêy nîşan dam sema leser hewaye
hemû îşare waye, şîrîn teşî deřêsê
be ’îşwe zulfî lada leser ’îzar û zarî
dugmey kirasî tiraza, bizût heway beharî
ke şew beyanî berda guł û wenewşe barî
sełay be ’aşiqan da baẍî guł û henarî
dunya be întîzarî, şîrîn teşî deřêsê
ke zulfî kewte ser řû hemû xetay be çîn da
xeramî tawwisaney be serwî nazenîn da
sifîdeyî beyanî be baẍî yasemîn da
fenayî piř beqa bû demî le pêkenîn da
sed afetî le dîn da, şîrîn teşî deřêsê
simî ẍezałeyî çîn le nafeda ’eyane
dełey le nîweşewda sifîdeyî beyane
qedî guł û demî guł emey ke qûtî cane
le baẍî yasemînda şikofeyî gułane
beharî bê xezane, şîrîn teşî deřêsê
şikofe wa hełsita le zêř û zîw ḧubabê
le kewserî beheştê derûnî piř kirabê
xiř û letîf û nazk bilûrî xudnuma bê
be terzî dirzî derzî le xowe dirzî dabê
dyare serwî wa bê, şîrîn teşî deřêsê
şewê le pîrexewda cemałî wîm be dił dî
dû çawî mest û kałim wekû ẍezałî sił dî
egerçî newbeharim be řengî baẍî guł dî
henarî newřesîdem şikaw û xaw û bił dî
gułim le xak û gił dî, şîrîn teşî deřêsê
witim: çi bû nemam! be xał û xet nemawî?
wekû beyarî sunbul biław û têkşikawî?
witî: giławî seg bû şikofe guł, guławî
be kerteşî simawe sitareyî semawî
beser çû çaw û řawî, şîrîn teşî deřêsê
men’î meken wefayîPen name ke xawê dił biławe
serêke mestî nazî, diłêke boy nemawe
be daw û dił diłî xoy be dawî zulfî dawe
diłim ḧeqî be deste fitwayî serî dawe
ke em ẍezałe çawe, şîrîn teşî deřêsê
qutûy lu’alîyane le zîwî dařjawe
lebalebe le ḧîkmet le şehdî hełkirawe
leber nezaketî řoj řewaqî dadřawe
be terzî dirzî derzî le xowe dirzî dawe
be mey ’eyan kirawe, şîrîn teşî deřêsê
şîfay ceraḧetî dił teşî nebû, ke řistî
şeşpeřî kakî xoye piřawpiře be destî
hetîwê kelleşeq bû be dawî ḧîle bestî
le nawî hatuçoda be lêwî ẍunçe gestî
be řûḧ û dił be qestî, şîrîn teşî deřêsê
be dił be dîde sûjin le ẍunçeguł yereq bû
şeşpeřekey wefayîPen name kułufit û tîj û řeq bû
le hatuçoy semawî guł hem wereq wereq bû
şeqayqêke şeq bû şeqayqê ke şeq bû
bełê çi musteḧeq bû, şîrîn teşî deřêsê