agirî ber daye ’umirim cîlwe û cewlanî to

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 2 Xulek  1009 Dîtin
agirî ber daye ’umirim cîlwe û cewlanî to
hoşî lê sendim xiringey piłpiłey fistanî to
pestî kirdim nîw nîgay nazit be edna ’îşweyek
sustî kirdim berq û baqî ẍunçeyî xendanî to
qîme bû cergim be nêşî cûte şumşêrî birot
damye ber şestîrî ẍemze nawkî mujganî to
dîn û îmanit le des sendim be zorî nazî çaw
fî aliḧqîqةErebî řehzen û tałankerî îmanî to
qîmetî ełmas û duř û le’lî řomanî nehêşt
lu’lu’î dundan û lêwî qurimzî mercanî to
ten şil û mil wek peřey gułbax û gerdin wek bilûr
qaqim û lîmoye sîne û qubbeyî bustanî to
her çî fîkirî lê dekem wêney le dunyada nema
qamet û saq û surînî gumbedî lerzanî to
ademî, cînnî, perîzadî weya new’î melek
ya le ḧoranî beheştî û řewzeyî řîzwanî to
to gułêkî sed hezaran bułbułit diłbeste bûn
pakî pê bendin be dawî gêsuyî pexşanî to
qewsî dû ebrot hîlalî cejnî qurbanin ke wa
’alemêk wek qoçî qurban bûnete qurbanî to
qametit temsîlî řojî meḧşerî ’alem eka
boye wa em mexloqe sef sef dêne ber dîwanî to
lał û pał ’aşiq wekû mirdû le řêta kewtûn
tînûn bo şerbetêkî çeşmeyî ḧeywanî to
mirwetit bê! xûyî bê řeḧmî le serta labere!
ba be daxî towe nemirin cem’î bîmaranî to
duřřî nasuftey benirxim şahî xûbanî zeman
ḧakmî eqlîmî qełb û qałbî însanî to
wa le botey ’eşqida tawayewe dił bû be aw
elwîday axrye zahîr şayqNasnava edebîy buryanî to