kurdîne êwe bin û xwa yek komeł û yek bin hemû

Li pirtûka:
Dîwanî Şaho
Berhema:
Şaho (1882-1971)
 1 Xulek  298 Dîtin
kurdîne êwe bin û xwa yek komeł û yek bin hemû
dujmin mełasî girtuwe ba des le mil yek bin hemû
pêwîste gişt ko bibnewe yek bîr û biřwa pêkewe
hengaw binên bo pêşewe, yek komekî yek bin hemû
şaho tikatan lê deka êwe bin û tenyayî xwa
her yekyetî çarman deka, cya mebnewe! yek bin hemû