gerdişî çawit qerarî ’aşiqî miskîn deba

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2826 Dîtin
gerdişî çawit qerarî ’aşiqî miskîn deba
saḧîrî çawbeste, arê, dił dekêşê dîn deba!
qîblekem bew zarî her wek ẍunçe boye pêkenî
ta biłên xendê le guł bê abřûy perwîn deba
min kutim: girtî ḧebeşNava taybet ke’bey cemałit? ew dełê:
karwanî mîşke bo şarî guł û nesrîn deba
ger bibînê taqî peywestî birot ferhadNava taybety çînNava taybet
řoḧî şîrînî be qurbanî, be sed nałîn deba
pêç û tabî zulfî xaw û řemz û ẍemzey sîḧrî çaw
ew le layê roḧ dekêşê em le layê dîn deba
neşterî çawî ḧebîbim dê be sînemda deçê
merhemî nazî tebîbim bo diłî xwênîn deba
min weha mestî gułendamim ke nazanim ebed
hoşî min dugmey teła, ya sa’îdî sîmîn deba?
ta wefayîNasnava edebî lew dere bêt û biçê men’î meke
surmeyî xakî derit bo çawî piř esrîn deba