wekû lawî silêmanî ḧuř û azadeye jînim
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
1 Xulek
1054 Dîtin
wekû lawî silêmanîCih ḧuř û azadeye jînim
le pênawî wetenda, da’enêm sed řoḧî şîrînim
belay řast û çepa nařom, be hêzî piştim estûre
wekû şaxî weten serberz û dił řeq, piř le temkînim
le nez’a, namewê yasîn, le qebra namewê tełqîn
weten yasîn û tełqînim, weten îmanme û dînim
le xewda neqşî azadîm le îqbałî wetenda dî
mubeddel bû be xoşî û pêkenîn, giryanim û şînim
le dewrî berdewe mîratî kurde xakî kurdistan
bo em baxî beheşte babeNasnava edebî! min dîwar û perjînim