wekû lawî silêmanî ḧuř û azadeye jînim

From the Book:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
By:
Abdurrahman Bey of Baban (1880-1967)
 1 minutes  1046 views
wekû lawî silêmanîLocation ḧuř û azadeye jînim
le pênawî wetenda, da’enêm sed řoḧî şîrînim
belay řast û çepa nařom, be hêzî piştim estûre
wekû şaxî weten serberz û dił řeq, piř le temkînim
le nez’a, namewê yasîn, le qebra namewê tełqîn
weten yasîn û tełqînim, weten îmanme û dînim
le xewda neqşî azadîm le îqbałî wetenda dî
mubeddel bû be xoşî û pêkenîn, giryanim û şînim
le dewrî berdewe mîratî kurde xakî kurdistan
bo em baxî beheşte babePen name! min dîwar û perjînim