ser be řûtî û mil keçî řoyî be îstîqbałewe

bo şêx miḧemmedî xał
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  1091 Dîtin
ser be řûtî û mil keçî řoyî be îstîqbałewe
çû be pîr namey cenabî feylesûfî xałewe
mujdebexşî sîḧḧetî xoy û minał û małewe
her bijîn řebbî be xoşî û sîḧḧet û îqbałewe
xanewadey berz û gewrey danîş û ’îlim û huner
mayeyî naz û nyazî mîlletî kurd ser be ser
dił tenûrê bû le dûrît, piř giř û germ û be taw
řeşḧeyî xamet be carê tavgeyêkî xiste naw
êste baẍ û gułşenêke piř le neş’e û piř le aw
wek xelîlKes asarî xamet mu’cîzey hênaye naw
fîqih û zanayî û terîqet ’îlmî ẍeybî pêweye
gewreyî û keşif û keramet îrsî xasî êweye
kes nełê em qewme řêy dûre le pê kewt û hejî
diłřeq û sengîn û selbe wêney kêw û kejî
heykelî tarîxîye sed ’esir û sed dewrî mijî
řehber û zanay wekû toy bê be berzî her ejî
mîllet û gel pêşeway diłsoz û řûnakî heye
babeNasnava edebî îtir kurd û kurdistan le çî bakî heye?