dawa ekem hîway wetenim bê hîwa nebê

bo řojnamey hîwa ke le beẍda der’eçê
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  1025 Dîtin
dawa ekem hîway wetenim bê hîwaNava taybet nebê
wek wênekey be gêj û xulî ber hewa nebê
em şagułî behare ke amancî komełe
payîz be derdî weyşûmeye mubtela nebê
em denge berz û řaste meqamî ’îraqîye
awazî diłfiřênî le ’eksî seda nebê
em lapeře ke awêney fîkirî komełe
sozî derûn û dił bê, le nefis û hewa nebê
em cîsme nazke, berî taw û lerzê nagrê
lelayen pizîşkî ḧazîqewe bê dewa nebê
em towe babeNasnava edebî! tow çênî zanyarî pê ewê
perwerde bê be řastî tûşî beła nebê