hemû diłê be nezer xoyewe ẍemêkî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  977 Dîtin
hemû diłê be nezer xoyewe ẍemêkî heye
diłî mine ke ẍem û derdî ’alemêkî heye
su’al eka le pizîşkê, şi’ûr û ’eqłî selîm
birînî cehil û nezanî, çi merhemêkî heye?
’îtab eka, le qeder, bo çî fazîl û zana
le katî qîsmetî řîzqa, beşî kemêkî heye
le dahîyanî syaset epirsê bo çî hewa
le xawerî weseta dûkeł û temêkî heye
le ḧîretaye ke erbabî serwet û saman
hemîşe birsîye, têre, ewî jemêkî heye
epirsî: bo çî ewey xa’îne be xakî weten
le îftîra û diroda çene û demêkî heye
ẍerîqî derd û pejare û ẍemî cîhanêke
leber eme diłekey babeNasnava edebî matemêkî heye