qełemim koł û kule medḧî zehawî nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 2 Xulek  910 Dîtin
qełemim koł û kule, medḧî zehawîNava taybet nakem
basî ’îlim û edebî berz û biławî nakem
řoj ke me’lûme emin medḧî hetawî nakem
çunke ta řojî ḧeşir, xetim û tewawî nakem
herçî fermûte keme, lazme lam şukiranî
çunke bo jînewey em fazîle her toy banî
fîkirî tîjî be mesel her wekû řadarê bû
yek nezer kaşîfî her muşkîl û esrarê bû
sîney pakî kutabxaney seyyarî bû
le xezêney edeba gewherî şehwarê bû
şoretî her wekû řoje be kisûf gîrabû
wat řeha kird, ke le piř nûr û zya peyda bû
’almêkî wekû muftî ke le paş ’esrê sał
kes nebû feził û dehay berzî bihênête xeyał
beme hênatewe ser textî zemanî îqbał
bareke alilh lekErebî ey zubdey eḧfadî xał!
ẍîretî qewmîyetit layqî îstiḧane
xoşewîstî wetenit ḧubuّ mîne alaymanErebîe
şêx ebûbekirî misinfKes ke be to bapîre
le hemû kirdeweta, pişt û pena û destigîre
xizmetit lay hemû kurdê cêy nezer û teqdîre
babeNasnava edebî! em ’a’île mezherî lutfî pîre
ẍîretî qewmîyetit bem esre geyye felek
qewmî kurd şukirit eken, tîre be tîre, lek be lek