tabî serî kułimit bû ke wa zulfî be ba da

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  3700 Dîtin
tabî serî kułimit bû ke wa zulfî be ba da
ya řojî wîsalit şewî hîcranî we la da?
xałî demte ya megesî ḧuqqeyî şekker
yaxo ḧebeşî zade lenêw abî beqada?
xwênîn cigerin talîbî ew zare dû ’alem
ew cewhere bo hîçê be dû ’alemî nada
her tare ke wa meskenî barê dił û řoḧe
sed řoḧî be ba da ke be daw perçemî bada
bazařî şika wek diłî zarim guł û nafe
ta tay serî zulfî ke beser ’arîzîda da
ew zare ke wa her be tebessum heye ḧałî
pîrêke dełêy ga le beqa ga le fenada
ḧeyretzedeyî nêrgis û ebrote wefayîNasnava edebî
kafir nîye wa mest û le mîḧrabî du’ada