’areqî ser kułme ya awingî ser peřey gułe

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 1 Xulek  1460 Dîtin
’areqî ser kułme ya awingî ser peřey gułe?
tik tikî řiştey duřiř û yaqûte, gerdaney mile
perçeme kewtote ser řuxsarî ałî penbeyî
ya le baxî erxewanîda wenewşey ser çiłe?
xetî tazey dewrî lêwe, ya le gułzarî řuwa
ḧelqe ḧelqe dewrî ẍunçey dawe destey sunbule?
nałe nałim hate gwê, pirsîm le şane, pêy witim
perçemî em şoxe, nazanî: ke zîndanî diłe?
em ber û ew ber qenarey cerg dił bû řêgekey
dersî qesabî exwênê em hetîwe ser çiłe
seyrî mîḧrabî birom kird û kewanî xiste kar
tîrî mujganî le cergim da? derunim kawle
pêy ełêm: bo çî be naḧeq kuştimit curmim çi bû?
pêm ełê babeNasnava edebî ecel hênaytye em xak û giłe