min be ḧefta sałewe kewtûme dawî askê

Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
 2 Xulek  1267 Dîtin
min be ḧefta sałewe kewtûme dawî askê
çaw ẍezałê, wirde xałê bejin û bała naskê
ew be ḧevde sałewe wek dar gułî taze û teře
dił fiřêne, dił sitêne, dił şikêne, dulbere
min wekû bergî xezan lerzok û pejmurde û hejar
ew wekû topî gułî taze û teřî fesłî behar
zulfî çîn çînî řeşî pexşe le ser sefḧey bilûr
mu’cîzey şoxî nebê çon cût ebê zułmat û nûr
dû şemamey nazkî xistote ser sîng û yexey
pêm ełê hêştakû tałe û kałe, destî lê nexey
wek dû ẍunçey piř nezaket, taze pişkutû geşe
to be deste çirçeket řaweste carê meyguşe
ew kiçey tersa nejadey kafrey ’îsa deme
kuştinî zore bełam îḧyay şehîdanî keme
ẍemzekey řoḧî dirênam lêwî: pêy bexşîmewe
asman cêgey mesîḧe min le erza dîmewe
gerdinî berzî şehênî, ẍebẍebî narincî ał
lêwî yaqûtî, řuxî guł řeng û ẍemzey çawî kał
nek be tenya her minî şeyda û řîswa kirduwe
şořşî sed meḧşerî ’uşşaqî berpa kirduwe
řamî kes nabê ẍezalim sił le dane û daw eka
řawî çon ekirê ke xoy řojî dûsed dił řaw eka
bo ewey dawênî bigirim babeNasnava edebî eçme řêgebaz
her ke dîmî des dekate latrîske û wirde naz