em dilbere dêkanîye řawî diłî kirdim
Li pirtûka:
            Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
        Berhema:
                Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
        
             1 Xulek
             1598 Dîtin
        
        
    em dilbere dêkanîye, řawî diłî kirdim
hewdayî le mûy bendî diłî ser çiłî kirdim
tîrê le mujey têkełî xwên û giłî kirdim
leb xendeyekî, ẍerqî gułałey gułî kirdim
bem pîrîye dił hatewe ser dewrî cewanî
řay kird le minî ẍemzede xoy xiste emanî
lew sawe bemîwanî ke pêy nawete małim
’îşqî wekû tîr, dawye le hestîm û le bałim
wek murẍî zexmidîde egewzêm û enałim
zor kafir û bê dîne nîye řeḧmî be ḧałim
xesmî minî bêçareye, dostî kuřî lawe
min pîrim, û ew pîrî le la pîs û giławe
şêlrawe be destawî ’îşq çî le giłim kem
diłdadey ew dulbereye çî le diłim kem?
aławete dawîn û qedî çî le gułim kem?
fêławî û sirke, çi le nîçîrî siłim kem?
min pîrî girê ḧewtim û ew ḧevdeyî řêke
çon řê ekewîn babeNasnava edebî! eto tîrit nepêke