mangî çwarde û yek şewe girdin le řûy ew dulbere
Li pirtûka:
Dîwanî Ewřeḧman Begî Baban
Berhema:
Ewřeḧman Begî Baban (1880-1967)
1 Xulek
1863 Dîtin
mangî çwarde û yek şewe, girdin le řûy ew dulbere
mu’cîzey şoxî nebê, çon mangeşew nerim û teře
pyałegîřî meykedey ew nergisî şehlayeye
yaxo mujgane le ber bedmestî, destewxencere
řa’îḧe û bonî beheşte neş’ebexşî řoḧme
yaxo xende û pêkenînî lêwî le’lî dulbere
taqe xałî şînî ser gonay metafî ’aleme
berdî nêw ke’bey dizîwe em çetîwe kafere
xarîqey î’cazî şoxî serwî hênawete ber
qedî berzî dû şemamey girtuwe bo nobere
maçî lêw û nawdemim kird destî kirde bołeboł
pîrî wek to lêy ḧerame em şerabî kewsere
babeNasnava edebî ew lawêkî wek xoy, şox û law çakî ewê
to be wate řawî nakey, em firîşte peykere