ey cewan ew bedrî ḧusne ger bibînî şew le xew

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  478 Dîtin
ey cewan ew bedrî ḧusne ger bibînî şew le xew
fîkirî bîkirî nazenîn û mah cemałit key debê?
ḧenzelî destî bilûrînit le şekker xoştire
basuq û ḧelwa be zewqî cwênî tałit key debê?
ba’îsî jînim umêdî wesłî toye bitgemê
pêt biłêm sa bimkuje xwênim ḧełałit key debê?
gerçî umêdî wîsałit quwete bo can û dił
hem terazûy lezzetî şertî betałit key debê?
padşaha sabîrîNasnava edebî ’umrêke derbanî deka
daxîlî xuddamekey sefî ne’alit key debê?
dulbere mest û felek keř, bextî şûmit xewtuwe
sabîrîNasnava edebî nef’î şikat û ’erz û ḧałit key debê?