ey cewan ew bedrî ḧusne ger bibînî şew le xew

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  627 views
ey cewan ew bedrî ḧusne ger bibînî şew le xew
fîkirî bîkirî nazenîn û mah cemałit key debê?
ḧenzelî destî bilûrînit le şekker xoştire
basuq û ḧelwa be zewqî cwênî tałit key debê?
ba’îsî jînim umêdî wesłî toye bitgemê
pêt biłêm sa bimkuje xwênim ḧełałit key debê?
gerçî umêdî wîsałit quwete bo can û dił
hem terazûy lezzetî şertî betałit key debê?
padşaha sabîrîPen name ’umrêke derbanî deka
daxîlî xuddamekey sefî ne’alit key debê?
dulbere mest û felek keř, bextî şûmit xewtuwe
sabîrîPen name nef’î şikat û ’erz û ḧałit key debê?