musułmanan le řêgey şer’ û dîn dûrî û berî takey

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  1444 views
musułmanan le řêgey şer’ û dîn dûrî û berî takey?
ḧeya û şermê biken dûrîy xuda û pêẍemberî takey?
le şarî ’uşreta mestî le bazařî teme’ çustî
le xaney ta’eta sistî mîsalî serserî takey?
bezahîr řengî eyîwbî be batîn ceng û aşûbî
be sûret ḧezretî mûsa be sen’et samîřî takey?
demit tesbîḧ û tehlîle diłit bazař û otîle
terîqî lay miḧemmed bî be ’îsa muşterî takey?
be řoj tesbîḧ û seccade be şew tedbîrî ser cade
xecałet bî necîbzade, le îrsî eb berî takey?
le bêhoşî û sergermî, le meẍrûrî û bêşermî
le dunya û qyamet bê xeber axir şeřî takey?
be dem sofî be dił ’asî terîqî ’amî û xasî
le çołî ẍefłeta kasî, ker û ga perwerî takey?
le te’lîmî swarîda cewan û çapkî emma
liẍawî espî nefist ke biłê tenperwerî takey?
be řoj merdî xudanasî be şew cerdey diz û ’asî
were ta baweř û kasî, řewştî kafrî takey?
kuřî nefist le şîrî daykî dunya bibřewe sabîrPen name
le mîwe û mewhîbatî řeḧmetî řeḧman berî takey?