ela ey pîrî axirşeř ře’îsî qewm û serxêłî

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  524 views
ela ey pîrî axirşeř ře’îsî qewm û serxêłî
hetakey ẍafił û mestî leser text û qerawêłî?
şewî gencî nema hełse le xew, seyrî ke awêne
ełê: ey pîrî nazîrek heta key xûyî cahêłî?
ecel amadeye bo text û taracit, çi ’eqłêke?
xerîkî girdukoy małî, sibey bo xełkî cê dêłî
lelat waye be şařêda eřoy û řût le meqsûde
wełî řêgey dizane, nageye meqsûdî xot, wêłî!
temaşa ke le panî erz û tengî çawî dunyadar
çi çawbirsîn be cûtyar emir eken bo řêge nakêłî?
zemînî bê nîza’ û minbitMissing û e’la eger mabê
serî gonaye awî eşkî çawe cerge estêłî
ke zarî’ merdum û bêłî mujey firmêskî awî bê
le erzî řû îrem peyda ekey ger bê fiřufêłî
heta mawî ’îlacî řêgeyî tûşey qyamet ke
çi lazim mał û mułkit bo kuřî eḧmeq becê bêłê
şewî pîrî witî sabîrPen name cewanîy bêwefa řoyî
witim toş axrî ’umirim ebê řojê becêm bêłî