diłî tengim meqaley ateşîne

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  483 views
diłî tengim meqaley ateşîne
were ser çawekanim şanşîne
le şewqî ḧusnî şîrînit denałim
be new’ê pêm ełên ferhadî çîne
le tawî tel’etî şîrînit ey can
serapa xełkî kuwe û kejnişîne
henasey min egate xermenî řût
egerçî xor le řûta xûşeçîne
be bedrî řûmet û wallîlArabicy zulifit
ke firmêsk û lîbasim sûr û şîne
were seyrke serapa gişt wicûdim
be çawî tîrweşênî to birîne
’eceb bêbak û serbestî û diłřeq
’ezabit dozexî ’eynu alîqînArabice
cizak alilh fî aldarîn xîraًArabic
misak alilhArabic ke hatî bem serîne
le ahî sabîrîPen name nextê bitirse
be çawî to henasey agirîne