diłî tengim meqaley ateşîne

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  484 Dîtin
diłî tengim meqaley ateşîne
were ser çawekanim şanşîne
le şewqî ḧusnî şîrînit denałim
be new’ê pêm ełên ferhadî çîne
le tawî tel’etî şîrînit ey can
serapa xełkî kuwe û kejnişîne
henasey min egate xermenî řût
egerçî xor le řûta xûşeçîne
be bedrî řûmet û wallîlErebîy zulifit
ke firmêsk û lîbasim sûr û şîne
were seyrke serapa gişt wicûdim
be çawî tîrweşênî to birîne
’eceb bêbak û serbestî û diłřeq
’ezabit dozexî ’eynu alîqînErebîe
cizak alilh fî aldarîn xîraًErebî
misak alilhErebî ke hatî bem serîne
le ahî sabîrîNasnava edebî nextê bitirse
be çawî to henasey agirîne