nîgara çawî mestit ’alemî gêřa be mexmûrî

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  452 views
nîgara çawî mestit ’alemî gêřa be mexmûrî
we hem bew çawe bîmare şîfayî derd û řencûrî
şu’a’î mang û řuxsarit şiksitî da be mang û xor
be nûrî ḧusnî bê çûnit ke to ser ta qedem nûrî
be ah û şîwen û sozim be çawî sûr û ałozim
weha wêrane xaney dił nema umêdî me’mûrî
gedayî astanit xoştire bo min le paşayî
be umêdî ke řojê pê beserma nêy û řabûrî
were ey dił qełatey bendegî şahit le gerdin ke
wesîqet ta nebê zeḧmet qebûłit ken be me’mûrî
le qewl û fî’lî şeytanî le xułq û xûyî ḧeywanî
mubeřřabe ke însanî, çi nadanî û meẍrûrî
ceraḧatî derûnî sabîrîPen name sařêj ebê řojê
ke to danêy yedî beyza le ser sîney wekû tûrî