52
peşêmanya mîr zeyneddîne li meḧebbeta mem û zînan, merḧemeta wîye li ḧalê nazenînan, mirna memêye bi axuftina birînan
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
7 Xulek
1512 Dîtin
zînê ku bihîstin ev tekellum
ev mihir û wefa û ev tereḧḧum
řabû xemlî ji payî ta ferq
bû beḧrê ḧusin di gewheran ẍerq
dayîn û sitî û sed peristar
xurşîd û meh û nucûmê seyyar
balcimlihErebî bi derketin ji burcan
duřdane bi derketin ji durcan
sed carye û sitî û dayîn
hilgirtin ewê bi resim û ayîn
zanî ku nebû murad ḧasil
bê xelwetê xasê şeyxê kamil
ew zehre misalê zerre reqqas
bû meḧremê razê xelweta xas
gava ku gihane xelwexanê
dergeh vekirin li ḧebsixanê
ew pêkve bi meş’el û fener çûn
dayîn û sitî hinek di ber çûn
dîtin ku di saḧlê sedefwar
ew ẍerqe’ê beḧrê ’işqê xûnxiwar
duřdane’ê bê bihayê canî
derdaye ji dest xwe rayganî
fanûs û qefes we maye bê tab
gulzarê beden we maye bê ab
wan puřs kirin ji xelqê bendî
ḧalê wî feqîr û mustemendî
xelqê ku di gel memê giriftar
gotin ku me dî ji setḧê dîwar
berqek bi ’eceb memê bi serket
şewqek ji serê memê bi derket
yek şubhetî řo ji û yek heyîv bû
yek şubhetî zêř û yek ji zîv bû
ew şems û qemer ku muttesil bûn
der ḧal bi pêkve muzmeḧil bûn
gava wekû pêkve muqtebis bûn
ew herdu li zew’ê mun’ekis bûn
ew řeng geřyan munîr û rewşen
zindan li me kirne seḧin û gulşen
mem jî bi vî řengî bê xeber bû
xûna dilê wî bi derve der bû
ey dîde’ê dil nebûyî meftûḧ
inkar nekî tecellya rûḧ
da fikir nekî ku ev ḧulûle
yan nesxe xurûce ya duxûle
da zen nebrî ku ev misale
ya qewlê ze’îfe ya betale
xewna tu dibînî ev meqame
şey’ek ji şuhûdê na temame
hem suḧbetya memê mukerrem
agah kirin heval û hemdem
wî murişdî qenc li wan nezer kir
qelbê wî di qelbê wan eser kir
hemxelwetya memê giriftar
bû perde kuşayê yar û eẍyar
dayîn û sitî ku çûn bi ser dan
hindî ku ewan di gel xeber dan
gotin ku memo tu řabe zîn hat
rûḧa teye bê guman yeqîn hat
ew teşne lebê zulal dîdar
şadab nebû bi navê dildar
hindî ku rya dilî kişandin
hindî ku gulav lê řeşandin
wan seh nekirin di cismî canek
îlaErebî ji serî diçû duxanek
wî murde çiraẍî nagehanî
dûkel ji serî diçûye banî
zîn hat û ji pêşve bû ḧewale
bedrê ku veda ji ber xwe hale
berqe’ ku veda ji ber cemalê
xurşîd nema di gel hilalê
zînê wihe gote wî bedîhî:
qim ya cisdaً nifixt fyeErebî
şewqa xeberê di vê şepalê
berbûye serê di wê şemalê
wê dûyê qebes ji şewqê řagirt
qendîlê qefes qebes ku dagirt
ew xelwetyê di i’tikafê
řabûve bi nîyeta tewafê
ewwel ewî kir bi sidqê derdem
tecdîdê û zû’ bi abê zemzem
westa li musellî û meqamê
wî cebhe gihande istilamê
tewfek du kirin li dorî beytê
perwane’ê peř gihande zeytê
gava wekû peř li wan disotin
wan çend kelam bi pêkve gotin
perwane’ê go: tu xweş delîlî
şem’ê wihe go: tu xweş xelîlî
perwane’ê go: tu rehnimayî
şem’ê wihe go: tu canfezayî
perwane’ê go: tu dilfirûzî
şem’ê wihe go: tu sîne sûzî
perwane’ê go: tu çaresazî
şem’ê wihe go: tu dil newazî
perwane’ê go: tu padşahî
şem’ê wihe go: tu qiblegahî
perwane’ê go: tu ḧûrê zatî
şem’ê wihe go: tu nûrê zatî
wan teşne lebê di bê tekelluf
wan sûxte’ê di bê teserruf
ev řeng dikirin bi yek ve suḧbet
lêk ’erz dikirin kemalê ulfet
dayîn û sitî û ew peristar
ew bendî û ḧebsî û giriftar
sergerm bûyîn bi gufit û goyê
sermest bûyîn ji bihin û boyê
wan gote memê ku ey cegerxûn
em hatne da nebî tu mecnûn
zîn bû sebebê cunûnya te
mîr bû sebebê zebûnya te
mîr bû bi te řa xudan tereḧḧum
zîn hat û di gel te kir tekellum
ger teşne’î ev he abê ḧeywan
wer xeste’î hate ser te luqman
mecnûnî xwe hate ba te leyla
ger wamqî ha ji bo te ’ezra
ger bulbulî gul ji bo te ḧazir
nîloferî mihir bûye nazir
perwane’î şem’ wê eyîsa
wer murde’î hate ser te ’îsa
dîwane mebe bi vî hewayî
bêgane mebe tu aşnayî
ḧûra ku te can widil di des bû
zîna ku te da’ma hewes bû
çawa te divê we hate ba te
dunyaye fenaye hat û bate
erzan mefroşe ’umrê za’i’
bîhude mebe li canî ba’i’
cama ecelê ḧeta binoşî
nabînî ji bo xwe canfiroşî
dîsan xwe bi ’eqlî aşnake
zincîrê cunûnyê reha ke
lewra vekirin me qeyd û zincîr
řabî bi me řa biçîne pêş mîr
saḧb kereme xudan ’etaye
zilla wî siha peřê humaye
vêkdane ji bo te yar û eḧbab
ḧazir kirne bisat û esbab
sabit qedeme li de’weta te
řû daye te bext û dewleta te
der ḧal dema biçî muqabil
dê bo te biket muradê ḧasil
çawa te ji wî murade dilxiwaz
ew řeng te dê biket serefraz
weqtê ku memê bihîstin ev pend
ev řengehe go: ewê hunermend
ez naçme ḧezreta çu mîran
ez nabme bende’ê esîran
ev mîr û wezîrîya mecazî
ev şe’bede û xyalbazî
balcimlihErebî betal wibê beqane
bê ’aqbetin hemî fenane
mîrê ku mirin hebit ne mîre
me’zûlî hebit ewê esîre
em çûne ḧuzûrê mîrê mîran
wî ḧakmê ḧakim û feqîran
şahnişehê mîr û padşihan
bexşende’ê tuhmeta gunahan
ê çêkirî neynka cemalê
tîra xwe numa bi zulf û xalê
fanûsê beden kirî mutella
têda ji me řa kirî mucella
ew mîr û ḧekîme zwalcilalErebîe
bê ’ezil û teẍeyîwir û zewale
tezwîc kirin di ’alema ẍeyb
te’îyd kirin bi emrê la rîbErebî
bakûre’ê baẍê ’iziz û nazîn
sed şukir ku bikir û serferazîn
ḧaşa ku di vî serayê fanî
bê cennetê ’ednê cawdanî
ḧeywan sifet em bikîn zina’ê
bîhûde di meskenê fena’ê
teř damen û seringûn û merdûd
şermende biçîne pêş me’bûd
me’bûd ji bo me ḧûr û ẍilman
tezîyn kirne di baẍê rizwan
ew muntezirin li riḧleta me
fexrê dikin ew bi de’weta me
lê cennetê ’aşiqan cudaye
mî’adê liqa’ê kibryaye
’alître ew ji baẍê rizwan
nakuncine wê çu ḧûr û ẍilman
hîvî dikin em ewî ji me’bûd
nînin me bi ẍeyrî wî çu meqsûd
gava ewî kir temennî axir
dergah vebû li ber wî ḧazir
teyrê ku qefes li ber vebûyî
ew řenge fiřî wekî nebûyî
destê xwe ji qeyda gil kişandin
çengê di dilê xwe řaweşandin
şehbaz ji qeydê merkeza ferş
perwaz kir û gihşite zî al’irşErebî