53
te’zye û matem û mersye û şîwana memê şehîde, mirna bekirê şeqî bi destê tacdînê se’îde
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
3 Xulek
1197 Dîtin
ew me’temyê ku ba xeber bû
ev řenge ji bo me newḧeger bû
go: can ku ji ḧebsê ten cuda bû
feryad û fiẍan ji şehrî řabû
bû welwele û fiẍan û zarî
bû zelezele û bezîn hewarî
buhtan ji mezin ḧeta biçûkan
niswan û keç û benat û bûkan
e’yan û ekabir û e’alî
mîrza û rewal û la’ubalî
yek ferd nema di şehrî dilxiweş
balcimlihErebî di serxiweş û muşewweş
vêkřa dibezîn bi ser memê ve
wan derd dibirin bi ser ẍemê ve
tacdîn û bekir bi ittifaqî
bûn herdu li ’erdekî mulaqî
go: ey sebebê fesadê ’alem
şeytan sifetê li şeklê adem
ey ba’sê fitne û fesadan
wey man’ê meqsed û muradan
ey perdedřê memê û zînê
wey daẍ keşê li ser birînê
iblîs û xebîs û puř nedamet
bes nîne li min te kir qyamet
der ḧeqqê memê seqet xeber da
ḧetta ku li min te mem bi der da
ev çende munafq û neyarî
hêja tu bi çavê min dyarî
mem dê bimirit tu dê bimînî
hêj xweş bigeřî li řû zemînî
ḧazir wî bekir di ’erdî řakir
cismê bi bela ji can cuda kir
gava ku gihşite ser birayî
nûrek wî nedî di wî çirayî
tacdîn ji serê xwe tac û tomar
havêtne ser leşê memê jar
dîn bû ji teḧessura birayî
her çî ku didî wî e jidehayî
fî alḧalErebî dikir ku wî fena ket
teşbîhî bekir di ’erdî řa ket
qet kes nedşê bibit muqabil
bê şubhe bi wî dibûye qatil
naçar xeber birin ji bo mîr
mîr hat û li p ê wî best zincîr
gava ku cenaze wan hilanîn
şahd ku ji meşhedê deranîn
meşhûd bûyîn li wan ’elamet
řabû li xela’qan qyamet
dêwê ku vebestî wan bi tedbîr
bizdandî li ber xwe qeyd û zincîr
zincîr û kemenda wî şikînan
derwaze û perde wî hilînan
e jider ji meẍare’ê ku ber bû
der ḧal bezî di ne’şê wer bû
tabût li ser serê xwe danî
efẍan dighande asmanî
hindî ku di şehrî ademî bûn
têkda di libasê me’temî bûn
hindî ku hebûn di şehrî meşhûr
xatûn û muxeddirat û mestûr
gîso vekirin bi tayê terboş
ser ta bi qedem hemî syeh poş
bê me’cer û burqu’ serendaz
řeş girtî ji bo memê bi dilxiwaz
neyyaḧe û mihreban û dayîn
goynde bi nale şubhî goyîn
wan mersyeda sitran bi aheng
zîn řabûye pê bi qameta şeng
nahîd sifet li dengê sazê
reqqas di çûye ber cenazê
dam û ded û ademî û mûran
dar û ber û camd û tuyûran
balcimlihErebî ji bo memê dinalîn
her yek bi meqamekê dikalîn
telpê řeşê wan syah poşan
reh şubhetî ’ewrekê xurûşan
ew çend ji ’arzê di gulgûn
vêkřa dwerîn sirişkê puř xûn
goya ku di feslê nûbharî
baran li gulşenan dibarî
ev me’tem û ev syah poşî
ev çarşev û îzar û poşî
buhtan wî zemanî kirne ’adet
bû resmê qedîm û ta qyamet