54

iltimas û istid’aya zînêye ji bo bekirê mufisd řa ’uzirxiwahya wê ye ji bo ewê muliḧd řa
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 2 Xulek  1100 Dîtin
weqtê wekû çûne ser mezaran
wan dî miryek di nêv du daran
havêtne ’erdî şubhî murdar
bê newḧeker û xudan û xemxiwar
puřsîn: ’eceb ev çi bê newaye?
gotin: bekirê xudan cezaye
tacdîn ji řuwê dinê fena kir
’alem bi fena’ya wî şa kir
rawî wihe gote min rwayet:
zînê ku bihîst ev ḧikayet
ev řengehe gote mîr û tacdîn:
ey şah û wezîrê ’iziz û temkîn
ez hêvî dikim nekin ’inadê
der ḧeqqê vî menbe’ê fesadê
lewra ku xudanê ins û canan
wî xalqê erz û asmanan
řo ja ewî ḧub da ḧebîban
hingî ewî buẍiz da reqîban
mewcûd kirin dema ji me’dûm
em pêkve di lazmin di melzûm
em sorguln ew ji bo me xare
em gencin û ew ji bo me mare
gul ḧifiz dibin bi nûkê xaran
gencîne xudan dibin bi maran
jewwelve eger çi wî cefa kir
axir bi me řa ewî wefa kir
zahir wî eger muxalefet kir
batin bi me řa mwafeqet kir
ger ew nebûya di nêv me ḧa’il
’işqa me dibû betal û za’il
wî ger çi ji bo xwe řa xerab kir
der ḧeqqê me wî qewî sewab kir
ew bû sebebê ḧeqîqeta me
daxil geřya terîqta me
ew jî di řya me da şehîde
teḧqîq bikin ku ew se’îde
zinhar! ji meşheda ku mem tê
elbette ji merqeda ku em tê
meḧrûm mekin bekir emanet
em bûne bi wî seyî syanet
gava ku diçîne nêv se’îdî
kelbê me bitin li ber wesîdî
insafe ji bo xudanê insaf
ayîne dibîtin ev qeder saf
qet mumkine ab û abgîne
ev řenge neket qebûlê kîne
ḧaşa ku bi ẍeyrî puxte’ê ’işq
kilaErebî ku swayê suxte’ê ’işq
ev çende li saḧbê cefayê
ev řenge kesek biket wefayê
ev ta’fe merḧemet suriştin
lew la’qî ni’meta beḧeştin