51
tewsye û tedareka zînêye ji bo sefera axretê, tehîye’ê esbabê cihaze ji bo ’erûsya cennetê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
5 Xulek
1286 Dîtin
zînê ku numane wan keramat
ev çende menazil û meqamat
řûnişt û wesîyeta xwe bo mîr
ev řengehe kir beyan û teqrîr
kay padşehê ruḧan û qelban
hemşîre bûyî fida û qurban
qurbanî te bin heřo du sed zîn
ez hîvî dikim nebî tu ẍemgîn
řo ja wekû bir m mem ji bo xwe
balcimlihErebî birin m ẍem ji bo xwe
mensûr bûym li kişwerê ẍem
ẍem bûne ji bo m řa musellem
mem bo min û merḧemet ji bo te
ẍem bo min û seltenet ji bo te
şahim bi me řa mebe munazi’
ez bûme bi ḧusseya xwe qani’
řûnî tu li textî şubhî xusrew
tacê xwe’ê zer bigêře keçrew
bezma terebê bidêre tertîb
zewq û fereḧê bigêře terkîb
serxiweş bike sade û rewalan
çûn xweşke ji nûve pîr û kalan
esbabê nişat û kamranî
adabê sefa û zindeganî
amade ke şerbet û te’aman
azade ke carye û ẍulaman
puř ke tebeqan ji bo nisarê
da bên fuqera di vê hewarê
mecmû’ bike muferirḧatan
mexlût bike mu’ettiratan
mecils bibtin bi wan mezehheb
tehnîye bibit ji no muretteb
da vêk bikevin li min şekerxend
têk řahe jînin bi reqis û govend
eqsamê bixûr û ’ûd û ’enber
mawerd û zubad û miskê ezfer
ev cins ji ni’metan pitir bin
ew qisim ji ḧeddî zêdetir bin
ḧeywanyeta me bûye za’il
rûḧanyeta me bûye kamil
cismê me eger diçîte çalê
rûḧê di me dê bikin û salê
’eqda wekû dawetî melek bin
eqsamê bixûrê dê gelek bin
lewra ez û mem melek sifatin
em ma’lê tîb û teyîbatin
’ursa ku firişte dawetîne
damad û ’erûs cennetîne
řo ja ku sitî te daye tacdîn
çawa te di şehrî bestin ayîn
tenbîh bike dukan û sûkan
tezîyn bikin ji řengê bûkan
buhtan tu bibê bila swar bin
cundî tu bibêje da bi kar bin
sergerm bibin wekî di ’îdan
hindî ku li hev bidin cirîdan
řo ja ku te ew perî veřêkir
çendî wekû keyfixiweşî te çêkir
ez hîve dikim bikî ’inayet
qanûnê bikî wisan ri’ayet
îrove ji bo murad û çendan
dîsan tu wisan bî şad û xendan
iḧsan ke tedarek û cihazan
ḧazir bike mutirban û sazan
manendî ’imareta sitî tê
her şubhetî meḧmela perî tê
tabûteke zer nigar û řengîn
sindûqeke xurdekare zerrîn
serpoşê ewê zemîn tela bit
seywanê ewê xudan cela bit
zinhar! me herdu bûk û zavan
bê qedir nekî li pêş çavan
gava ku diçîne nîv mezarî
da xelq nebêjtin bi zarî
’eqda sityê çi řo je xweş bû
zînê ji ezel çi bext řeş bû
ne’şê m bila sitî di gel bit
tacdîn di gel memê bedel bit
manendî memê ji bûyî tacdîn
tacdîn bi wî řa bigêře şûşbîn
şûşbîn bitin ew di gel memê min
şahî bitin ew di gel ẍemê min
ey ma’lê xeyrê bê mukafat
wey bazlê meqsed û muradat
ḧetta veke salekê temamî
hindî ku telef dikey te’amî
hindî ku bi der didî libasan
hindî vedxûnî ’am û xasan
hindî ku biker dikey qumaşan
hindî ku belav dikey me’aşan
her řo ji bi nîyeta ẍezayê
hindî ku gelek dikey ’etayê
hindî wekû tu li textî rûnî
her řo ji tu cundyan vexûnî
hindî ku te hey dikey xezînan
hindî wekû şadkî ḧezînan
hindî ku ẍenî dikey feqîran
hindî ku reha dikey esîran
hindî di ḧukûmetê xeber dî
hindî wekû girtyan tu berdî
herçî ku ji bo xwe řa dikey xerc
herçî di xezîneyan dikey derc
qehra wekû du jimnan diket defi’
zecra wekû zalman diket refi’
’edla ku ji bo xudê tu xas key
mezlûm ji zalman xelas key
sazî ku di cengê da dibêjî
xûna ji muxalfan diřêjî
ḧetta xurekê seyê şikarî
ḧetta ’elefê kerê di barî
şahim li te bit wesîyeta min
wan serf bike bi nîyeta min
mefkir di ḧeqîqet û mecazî
binvîse li deftera cihazî
da fexrê bikim li pêşî zavê
şermende nebim di weqit û gavê
her çend ku min qewî dirêj kir
puřbêjye wî çiřa m bêj kir
gorî teme meqseda m dûre
dûr bit ji te merqeda me kûre
lew hinde qeder dibêm bi diqqet
da bête dilê te reḧim û riqqet
der ḧeqqê min û memê nekey ’ar
gava dimirit memê birîndar
ez dê bi cenaze’ê wî řa bim
ḧetta veke meqberan teba bim
weqtê dimirim bidî tu destûr
da min bikirin di gel wî mestûr
min jalê wî der bi der negêřî
bê perde di gel ewî veşêrî
zînê ku kirin wesîyet axir
ẍa’ib geřyan ji derdî ḧazir
mîr go: tu heře memê bibîne
ger dê mirî bit ewî ve jîne
bawer tu bike bi sidiq û îman
bûme li te û memê peşîman
ger hûn bimirin we ger ku řabin
nabit tu û mem ji hev cuda bin