50

ruxset dana mîre li dîtna dildarî, bê hiş bûna zînêye ji zewq û şewqa dîdarî
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 6 Xulek  998 Dîtin
tedbîr kunende pîrê ’aqil
ev řengehe bo ji bo me naqil
go: mîr bi muşawerî û rayê
weqtê wekû çû ḧeremserayê
zîn gazî kir û li ba xwe danî
ew perde ji ser surrê hilanî
ku bê dilîya memê me bes kir
azurde’ê min li wî ’ebes kir
cewr û sitema ku min li wî kir
ew cewr te kir sitem ewî kir
’işqa te ji wî ’eqil řeva bû
şeyda û cunûn û mubtela bû
zanî ji ḧekîmekî m tedbîr
dîwane dewa dibin bi zincîr
lew min bi ẍezeb şihande çalê
ew ḧebis li wî gihande salê
da ’işq biket kemalê ḧasil
ḧubba we neket wisal batil
alḧalErebî dema bi qelb û canî
miqdarê meḧebbetê we zanî
hûn herdu di merteba kemaln
meqbûln û qablê wisaln
mem ’aşiqê sadqe bi teḧqîq
qelbê m diket ji bo wî tesdîq
me’mûre bi emrê padşahî
me’zûre bi ’uzrê bê gunahî
herçî ku li wî biket ’itabê
elbette dibîntin ’iqabê
ḧusna teye ew kirî giriftar
ḧubba teye ew kirî birîndar
tîra wî li dil ketî te lêda
ew darwê bê hişî te pêda
ew surme di çavê wî te kêşa
ḧetta tu nedî wî dil ne’êşa
zulfa te li dest û pê wî bestî
’eqreb sifeta dilê wî gestî
tewqa te li gerdenê wî danî
dava te veda li qelb û canî
çawa vekirin te herdu ahû
berdane feqîrî herdu cadû
dîsan tu heře di gel xeber de
qeydan tu veke ji bo xwe berde
ey ẍunce’ê naşukufit sorgul
bişkên qefesê derîne bulbul
ew têhne tu kanya furatî
ew xeste tu çeşmeya ḧeyatî
ew teşne tu abê zindeganî
ew murde tu canê cadwanî
ew perdegya ku puř hewa bû
mezbût di perdeya ḧeya bû
ew perde biray ku lê hilavêt
xûnê di dev û kepê wê havêt
zîna ku du sed birîn li cergê
çû ḧaletê fewtê şadmerg ê
beḧra ku ji cunbişa hewayê
meḧfûz di perdeya ḧeyayê
ḧaciz ku hewa řeva ji mabeyn
berzex ji ḧeya nema di beḧreyn
ew qulzumê ẍem kelî bi ser coş
ser coş kelî peřand serpoş
serpoş peřî ji dil pila xûn
havêt wekî firat û ceyḧûn
goya he jya hezar bîşe
mey bû ř jya ji qelbî şîşe
mîrê bi ẍezeb ketî li zînê
ew řeng řeva kela girînê
ḧazir ji dwê kebabê ulfet
geřya wî di çavî eşkê şefqet
fewware’ê merḧemet bi kel hat
bêgav giryê ewî di gel hat
ew çend girî bira di gel wê
ḧetta sube herdu man di xelwê
zîn ẍerqe’ê xûnê dil wekî gul
mîr lê digrî misalê bulbul
meḧrem hemî vêk ketin li ba wan
balcimlihErebî bezîne dest û dawan
kay xusrewê ḧeq şinasê ’adil
naḧeq tu ji bo çi bûyî qatil
zîn gulbunê baẍê ’ismetê bû
zîn serwê ryazê ’iffetê bû
pakîze duřa sedef ji her can
la’iq te nebû bigêřî mercan
nazk bidena letîf û me’sûm
bê curim bikî ji ’umrî meḧrûm
ev řenge di xak û xûnê řa kî
bê soç ji can beden cuda kî
mîr go: mekerin xyalê batil
ew bê hişe ez nebûme qatil
zînê diku jim meger bi ’emda
tûbaye di cenneta ḧerem da
ehlê ḧeremê bezîne ser wê
cobar rewan kirin li serwê
bû şîwen û şîn di xan û manan
feryad gihane asmanan
yek hat ji derve nagehanî
go: mem mir û da we zindeganî
zînê mirna memê bi guh ket
goya mirbû ji nû bi ruḧ ket
řabû fikirî di çar kenaran
dî mîr digrît şubhî baran
xelqê ḧeremê xewas û ’amî
me’temzede bûne baltimamErebîy
go: ey sebebê se’adeta min
bê keyf mebe di de’weta min
ey şah te daye rûḧê ruxset
fewta xwe wê dî ji bo xwe furset
can çû û bi canî muttesil bû
ew rûḧ bi rûḧê muzmeḧil bû
ḧetta ku nebû ji dev te iqrar
ew mayî di ḧebsê ten giriftar
teşbîhî memê melûl û meḧbûs
bo ḧifzê riza û nam û namûs
ew lew nedçû ḧeta ve îro
mabû li jivanya te gîro
rûḧim te ji dil dema riza da
şahim te di mulkê ten sela da
cismê mine bê newa giran bû
rûḧa mine natwan rewan bû
der ḧal ji qalbî bi derket
şewqek ji ruḧa memê bi berket
wan terk kirin serayê fanî
ew çûne cehanê cadwanî
herçî ku qebûl neket mekanan
dê seyrê biket di lamekanan
hûn vê seferê ẍelet mexûnin
şahd ji me řa muqerrebûnin
gava wekû can ji ten rewan bû
canan ewî dît û can bi can bû
ḧasil ku ji paşî ittisalê
ew pertew û meş’ela cemalê
gavek seknîn û mutme’in bûn
ḧîna ku bi yekve mu’temin bûn
ew qetre di qulzuma sifatan
ew zerre di beḧra muhlikatan
dem hatne saḧlê fenayê
geh çûne bi ser ḧedê beqayê
fî alcimlihErebî ji merkeza turabê
ew zerre gihane aftabê
qet’a ne bi ittisal û teḧlîl
meḧza ne bi infisal û teḧwîl
wan řê ku birin bi canbê zat
baqî geřyan bi zatê zerrat
nînin ’eceb ev xeber ji bo min
hûn vê mekne huner ji bo min
şeyxê wekû ez bi dil murîdim
ew rûḧ û rewane ez qedîdim
her çend li ba we navî mem bû
lê padşehek ’elî himem bû
bû la’qê ferrê padşahî
meqbûlê teqerruba îlahî
qelbê wiye wadya muqeddes
rûḧa wî bi nûra ḧeq muqebbes
hilgirtim û birme tûrê sîna
bînnide kirim di gel xwe bîna
îname derê ji vê ḧicabê
ev zerre gihande aftabê
ḧîna ku bi can min ev seferkir
ev can me ji canfiroşî qerkir
her çend ku zahir aqli’îErebî got
ḧazir wî di pêve arci’îErebî got
lew hatme da bikim we razî
merzîyebbim li pêşî qazî
da ez bikirim di gel we tewdî’
da hûn bikirin di gel m teşîy’
dîsan vegeřim ji ba we reqqas
murtaz bibim bi cenneta xas