49

nesîḧeta saḧb ẍerezê puř merezê dilkul, bo mîrê bê temîzê sade dil
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  840 Dîtin
êvarî ku asmanî menqel
danî û li wan veşar meş’el
ye’nî ku vekuşt çiraẍê zerrîn
wergirt ji nû libasê řengîn
mîrê ku hemîşe şad û xurrem
goya ketbû libasê matem
wî bextekê řûsyahê mel’ûn
gava ewî dî emîrê meḧzûn
go: ẍem mexwe ey çiraẍê dewlet
ger ’umir bidet ji bo me muhlet
ev kerb û elem eger te navê
zînê û memê ji dil xwe bavê
ew herdune ba’sê fesadê
ew bûne sebeb ji bo ’inadê
ger iz nê bidit ji bo m řa mîr
ez dê biku jim memê bi tedbîr
tacdîn û biran bi şerbetek zehir
tu dişêy demekî ewan bikî qehir
emrê ku dibit tedarek asan
ageh meke pê tu xelq û nasan
mîrim tu heře bibêje zînê
mem suhtye agirê evînê
mem teşne tu abê zindiganî
mem murde tu canê cadwanî
bêje ku heře memê derîne
min da’ye te ji bo xwe bîne
min zanye mem zyade jare
perwaneye meqseda wî nare
gava ku nezer biket li zînê
teḧqîqe ku naketin çu jînê
fî alḧalErebî dema ku wê bibînit
bawer meke ew bi riḧ bimînit
mem ger bi vî řengî zu finaErebî bit
dê keş mekeş û niza’ řabit
mîrin hene ’aqiln ’ezîzin
lê sade diln di bê temîzin
ew sade ji bulh û natemamî
dil nadene menşe’a kelamî
wan dil guheguh bi dil ve nîne
řeş çavin û merdumek sipîne
her çî ku dibêjnê: ẍerezdar
bawer dikin ew bi řastyê xwar
nabên eve qence ya xerabe
nabên eve xet’eya sewabe
qasir nezerin di bê te’emmul
ḧazir ẍezebin di bê teḧemmul
eẍleb dibin ew bi ’eqlî meẍrûr
ekser dikirin ji danşê dûr
bedxiwah û bexîl û bedsukalan
bed esil û sefîh û bed fi’alan
tînin dikne refîq û rehber
bednam dibin wezîr û serwer
dispêrne nakesan umûrê
ew têxne dewletê qusûrê
mîrê di bi dewlet û feraset
saḧb şefeqet xudan syaset
ew her kesekî xudan nakin
ḧetta wekû imtiḧan nakin
çil car dikin yekî mucerreb
paşî ewî dê bikin muqerreb
ev mîr û wezîrya cihanî
ev begme gizîrya zemanî
herdu bi misalê yek leyîzîn
herdu di betal wibê temîzin
ḧetta wekû ger nebê tu elḧeq
kengî dibye wezîrê mutleq