dulbera řojê se’atê bêre serdanî nexoş

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  433 Dîtin
dulbera řojê se’atê bêre serdanî nexoş
sunnetî xîr aluraErebî ye xêre serdanî nexoş
min le dermanim ke luqman û erestû ’aczin
fa’îdey çî îltîcakirdin be namerdan û xêş
yek îşarey kafîye lew çawe dił, egrîce boç
deygezê wek ejdeha, carê wekû dûpişk be nêş
dił be dûya řa’eka bo dił eçim bîhênmewe
êwe bo men’im eken, naçarîye ey xizim û xêş
kewtime dûy pařamewe neydayewe ew dulbere
hîç te’sîrî nebû dengim wekû awazî mêş
yaxuda zû bêtewe bełkû bida pêm merhemê
zû be zû daynême ser çawey diłî bîmar û êş
dad û feryadî ze’îfan nabîsê sengîn diłe
padşahî cabir û serbest û hem bê dîn û kêş
dił le bedbextî se’atê xo le ẍem farîẍ nîye
boye wa firmêskî çawim řûmetî kirdûme řêş
wa be marî zulfekanit bendî cergim dařza
dił herasanim eka dûpşikî mujganî be nêş
tirs û xewfî hat û çûnit can û dił berbad eka
ḧeyfe to wa diłřeqî bê řeḧim û bê ayîn û kêş
zamdarim qîbleyî ḧacat û dermanim etoy
îltîca nakem be luqmanî ḧekîm û qewm û xêş
xo le bêçarî ewa kewtûme şwênî dulberim
îxtyarî xom nîye bîlla be zor emkate kêş
terkî ser asane emma terkî dulber nakirê
to le dukanî şeker têfkire serdananî mêş
ey řefîqanim meken men’im ke nakem terkî yar
terkî naka sabîrîNasnava edebî mîẍnatîse demkate kêş