ey cîhanî zeřřeyî xurşîdî ḧusinit ’am û xas

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  916 Dîtin
ey cîhanî zeřřeyî xurşîdî ḧusinit ’am û xas
’aciz û pêkawî ẍemzet řostem û se’dî weqas
to ke leylî agirt berdaye dił mecnûnî xot
boye wa êstake dembînî wekû dûkeł řeqas
ta nesûtênin leşî xoyan hewadaranî řût
şubhî perwane le xewfî ’eşqî to nabin xelas
dûřiř û gewher kê le qûłî beḧir û derya der’eka?
ta neken terkî wicûd û ma milkErebî new’î ẍewas
sabîrîNasnava edebî dûřdane dapoşe leber çawî ’ewam
kê le qîmet dûř û gewher têdega îlla ẍewas
řîş û pirç û hem ’emel natbate cennet têbge
tewbeyî xalîs meger bitka le narułła xelas
waz le ser hênan û bo gewher le beḧra ẍerq bûn
sabîrîNasnava edebî nayê ledestî herkesê îlla ẍewas