ew şoxe ke wa mesḧefî ’usmane be ’arîz

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  958 Dîtin
ew şoxe ke wa mesḧefî ’usmane be ’arîz
’îsanefes û yosfî ken’ane be ’arîz
xurşîde be xasîyet û luqmane be ḧîkmet
aram û şîfabexşî dił û cane be ’arîz
şimşêrî biroy fatîḧî sed xendeq û xeyber
ḧeydersîfet û řostemî destane be ’arîz
naḧeq nîye guł ẍerqî ’ereq bê le berewřûy
yarim ke ełêy řewzeyî řîzwane be ’arîz
çakanî cîhan nazî ekêşin be dił û can
nazperwer û eskender û sułtane be ’arîz
sayey leserî xełqî cîhan lamede řebbî
piř menfe’et û ḧîkmet û dermane be ’arîz
sabîrNasnava edebî be dewa derdî diłî çakewe nabê
îlla be kesê ḧezretî luqmane be ’arîz