boye kes nakey le ḧełqey zulfî zincîrit xelas

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  781 Dîtin
boye kes nakey le ḧełqey zulfî zincîrit xelas
têgeyştî ḧakmî, herçî bikey nakirêy qesas
tîrî ẍemzet řostem û behramî gořî kird esîr
qewsî ebrot bêguman ’acîz deka se’dî weqas
xwa cefay qabîl be min dî bêwefayî da be to
sabîrim gerçî lejêr barî cefa nabim xelas
dił be şem’î řût wekû perwane sûta fexir eka
dûkełî herdû le hat û çûne manendî řeqas
yar eger lêm dûre azarî fîraqî emkujê
ya be wesłî gyan edem me’lûme gyan nakem xelas
şem’î řû hełka becarê ’alemî perwaneye
gêj û bê arame şew takû beyanî, wek řeqas
’aşiqî û dananî ser şaysteyî herkes nîye
kêye bo dûřdane terkî serbika îlla ẍewas
sabîrîNasnava edebî dûřdane dapoşe le serxoşî ’ewam
gewherî xot dermexe îlla leber çawî xewas
hay û hûy û pirç û řîş û tepił û def bê ḧasłe
ḧusnî nîyet û ’emel, tewbey nesûḧ etka xelas
takû terkî ser nekey destit be meqsed nageyê
her wekû bîstûte sabîrNasnava edebî gewherî destî ẍewas