to bît û xuda ey butî sûret guł û diłgeş

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  531 Dîtin
to bît û xuda ey butî sûret guł û diłgeş
bendî ciger û dił mebře, meyxere ateş
bew qewsî biro û çawî geş û zulfî syahit
zamarim û bîmar û perêşan û muşewweş
hatûme lebo ḧîsse zekatê le xeberda
wa hatuwe, qet sa’îl û misîkin meke bêbeş
baweř bike azarî to wa xoşe be gyanim
’umrêke cefakêşim û nabê le diłim ẍeş
îftade û bêçare û miskîn û zebûnî
sabîrNasnava edebî xoşe lew yarewe azar û keşakeş