ey mesîḧaleb be çawî to ’îlacim çû le des
Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
1 Xulek
1132 Dîtin
ey mesîḧaleb be çawî to ’îlacim çû le des
bo xuda řojê nehatîte serînim yek nefes
min ke mirdim dêye ser qebir û cenazem şîn ekey
fa’îdey çî awiřşênî xak û xuł û xar û xes
bulbulî dił bo gułî řuxsareket ey ẍunçeleb
şîwen û zarî deka herwexte bişkênê qefes
ḧez le yarî û têkełî eẍyar ekey wechî çîye?
def’eyê bo canbî yaranî xot nakey hewes
komełî bêgane da’îm mestî ’eyş û ’uşretin
dûr le to bo ême her şîne le cêgey şewçeres
destî min kotah û xurma berz û bałay ey xuda
to sebebsazî bikey řojê ke xurma bête des
sabîrîNasnava edebî tofanî çawî piř be ’alem mewc eda
zor nemawe kêwî ’umrî dûr le to bênê heres