be xorî řûmetî çawî gelawêj

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  752 Dîtin
be xorî řûmetî çawî gelawêj
becarê ’alemî gêřa be şewgêj
be mangî řûmet û çawî gelawêj
musułmanan ’îlacê bûme şewgêj
hemû ’alem esîr û zamdarin
be dawî zulf û tîrî çawî xwênřêj
ewa kirdim le dawî zulfî derçûm
bo kwê řakem le tirsî çawî xwênřêj
nehatî def’eyê derdim dewakey
wesîyet bê were qebran û bimnêj
le tirim û tar û tîrit têr nebûme
be kawî dił be çawî to bihawêj
be ẍemzey çawî dił teskînî nayê
wekû bîstûte bote berxî lamêj
xuda bextî biłîndî da be êwe
be ême destî kurt û talî’î lêj
nehatîte ser em nasaẍe carê
ke mirdim bêre ser gořekem bimnêj
mepirse sabîrîNasnava edebî çone le dûrît
perêşane be wêney ademî gêj