bîḧemdîlla be nûrî tel’etî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  690 Dîtin
bîḧemdîlla be nûrî tel’etî yar
ke řûn û şade çaw û dił be yekcar
be ḧemley ’eşqî canan maswî alilhErebî
le şarî dił nema la rîb dyarErebî
nesîmî cennetî ḧusnî diłaram
ke peyda bû biłê çî mîşkî tatar
eger řojê binûsim sed seḧîfe
heta řojî qyamet wesfî diłdar
tewaw nabê welî ba muxteser bê
řewştî çak û pake ketmî esrar
qisey bê serfe nakem baweřit bê
be parey qełbewe naçim bo bazař
nikûkarî le bedkaran meḧałe
bedî nakate xû merdî nikûkar
demêke sabîrîNasnava edebî her çaweřê bû
şewê bîstî xişey dawênekey yar