bîḧemdîlla be nûrî tel’etî yar

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  692 views
bîḧemdîlla be nûrî tel’etî yar
ke řûn û şade çaw û dił be yekcar
be ḧemley ’eşqî canan maswî alilhArabic
le şarî dił nema la rîb dyarArabic
nesîmî cennetî ḧusnî diłaram
ke peyda bû biłê çî mîşkî tatar
eger řojê binûsim sed seḧîfe
heta řojî qyamet wesfî diłdar
tewaw nabê welî ba muxteser bê
řewştî çak û pake ketmî esrar
qisey bê serfe nakem baweřit bê
be parey qełbewe naçim bo bazař
nikûkarî le bedkaran meḧałe
bedî nakate xû merdî nikûkar
demêke sabîrîPen name her çaweřê bû
şewê bîstî xişey dawênekey yar