le sefer hatewe serpoşî le řûy kirdewe baz

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  711 views
le sefer hatewe, serpoşî le řûy kirdewe baz
qemerî tel’etî derkewt û diłim burdewe baz
be selamî, diłî ateşkede teskînî hat
be kelamî, cigerî řîşmî ça kirdewe baz
eme cêy secdeyî şukirane û ser danane
ke xuda merḧemetî kird û geyştim be miraz
zeheb û fîzzeyî can derçû le botey hîcran
nîyetî tirs û ẍemî dest û demî mizger û gaz
dił û can gerçî le derd û ẍemî dûrî dûrin
hîç ferqî nîye kewtûnewe ber ẍemze û naz
be xuda her ẍem û azare çi dûr û çi nizîk
herdû her qatłî duřřace çi şahîn û çi baz
wekû dunya ẍem û azare çi bûn û çi nebûn
mar her marî zehirdare çi kota û çi diraz
fereḧ û řaḧetî têda nîye dunya be xuda
be mefadî xeberî seyîdî saḧîb î’caz
lete nan û qume awî ke be her kes dabê
be yeqîn naneke zehrawîye awî kule gaz
be zigî maderî dunya diz û cerdey hêna
ne le ’ellame epirsin ne le ḧuccacî ḧîcaz
bexeber hatim û zû secdeyî şukirim hêna
ke hemû zamî diłim xoş buwewe kone û taz
ẍerezit yare dyare meke hawar û fîẍan
ẍerezit małe bimałe be ’eba cêge nemaz
be xuda zeḧmete derwêş qebûł bêt û nwêj
ke leber çaw û qibûłî ekey em secde diraz
sabîrîPen name mader û ferzend, hemû bawekujin
’eceba bawekujit kirduwete meḧremî řaz