cejin û şadîmane emşew hatewe yarî lezîz

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  806 Dîtin
cejin û şadîmane emşew hatewe yarî lezîz
zîrek û şîrîn zuban û mahî řuxsarî lezîz
ta biłêy xułqî ḧesen, nazk beden, nadir dehen
nîmnîgahî nazî çawî mest û bîmarî lezîz
sûretî guł, fênkî dił, çawî kał û lêwî ał
gyanî sertapa bilûr û meyl û řeftarî lezîz
çawî bîmarî, ḧekîmî ḧazqî derd û merez
hatin û teşxîs û fikir û ḧubib û azarî lezîz
nakesim serdanenêm bo berdebazî řêgekey
ya nekem řoḧim fîday yarî wefadarî lezîz
hate bałînim tebîbe, têgeyî derd û dewam
xwa dewamî da, dewamî da be guftarî lezîz
destî naye serdiłim fîlfewr azarim nema
hîç kesê neydîwe bem destûre diłdarî lezîz
sabîrîNasnava edebî cejinit mubarek bê ḧekîmit hateser
ḧibzaErebî bus û kenar û yar û şewgarî lezîz
sabîraNasnava edebî şukirane bibjêre leser em nî’mete
bełkû ta mawî bimênê lezzetî yarî lezîz