namîzac û bê dewa xom diłḧezîn û namurad

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  465 Dîtin
namîzac û bê dewa xom, diłḧezîn û namurad
tabî’î nefis û hewa xom gencî ’umirim da be bad
ẍafił û ẍerqî gunahim, ’asî û name syahim
řûřeşî dîwanî şahim, ’acîzî yewmultenad
gurgî nefsim xiste naw eẍnamî ’umrî xomewe
řenceřo xom wa becarê ’umrî gencîm da be bad
mûşî nefis û genmî e’mal û kurdî donedîw
’areb û ḧełwadiz û cerde û xerapîy û fesad
nefsî bedxû da’îmen her pêt ełê bêne û bixo
çewr û şîrîn û turş, enwa’î aş û nan û zad
ne le qehrî ḧeq bitirse ne le gurz û şeq bipirse
min newa bimirim le birsa, ’eybe bo merdî cewad
yaxuda dînim qewî key, nefis nabûd û newî key
nefis wek mêşûle wa bêta’etim manendî bad
sabîrîNasnava edebî nefsî xebîs û dizdestekî şeytanî pîs
řêwîye ger to be şîrî sumErebî boy dêye cîhad
şîrî pîrî berde bo ser nefsî řêwî sabîrîNasnava edebî
ger to seyyadî bizane hem şîkar û hem cîhad!