namîhrebanî kuştimî ey mîhrebanan elẍîyas

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  983 Dîtin
namîhrebanî kuştimî ey mîhrebanan elẍîyas
çar û ’îlacêkim biken şêx û ḧekîman elẍîyas
dird û birînim karîye, nałandinim bêçarîye
bo çarî em bîmarîye ḧeyrane luqman elẍîyas
gahê be bedrî řûmetî yar nîwesûtim wek ketan
gahê ewe xurşîd û mîş, wek zeřře řeqsan elẍîyas
dawênî yarim çû le des, teskînî dił naye be kes
dił wexte bişkênê qefes wek ’endelîban elẍîyas
firmêskî xwênînim nema, çawî cîhanbînim nema
wa řoḧî şîrînim nema, çî bikem be qurban elẍîyas?
ya nar û kunî mitliqaErebî, agirî diłî nekujayewe
em şew dizê wa agirî berda le xerman elẍîyas
hawar û zarî pîşeme, bê şik ełêy çaw’êşeme
derdî demar û řîşeme, cem’î musułman elẍîyas
nîl û fuřatî çawî to xermanî pê nakujêtewe
awî sebûrî bêne des, bê sûde giryan elẍîyas
’umrêke waweyla dekem her şîwenî leyla dekem
mecnûn sîfet wêłî seḧra û deşt û byaban elẍîyas
sabîrNasnava edebî leber mecnûnî řût bote ketanî nîwesût
fermû biłê nextê sikût, to bîy û qur’an elẍîyas
sabîrNasnava edebî be giryan û fuẍan nakujêtewe xermaneket
ta awî sebrî pyanekey bê sûde nałan elẍîyas