tûran û cinêwdanî be pîlan û syaset

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 2 Xulek  448 Dîtin
tûran û cinêwdanî be pîlan û syaset
pêm xoşe ke bêgane nezanê be feraset
sed car ke be řûy tirş û qisey serdê derim key
her dêmewe wek mêşê be hengiwînî henaset
herçend ke leber qapîyeket xwar û zelîlim
naydem be hemû řutbeyî şahan û řî’aset
biřwane zewî, sîne hemû nexlî umîde
bê ḧasłe řojê nebuwe cêge pyaset
nakaw desî naye ser çawim û ye’nî
min kêm û ezanim be desî nerim û henaset
’umrêke gilarawme şew takû beyanî
xawim bizřênê be ziřey tas û heyaset
dwa gyanme axir nefese û to bî û mewlat
dem bêne demim bîkeme qurbanî henaset
’umrêke lîbasî ẍemî dûrîte leberma
gořîn û diřînî nîye em kone kiraset
sînem be siruşk awiřşîn kird û nehatî
fermû keřetê, fênke bo cêge pyaset
kewtûme leber qapîyekey to keř û kasim
carê guzerê naxeye ser em keř û kaset
xełkî genmî dûrîyewe co çuwe xerman
to her le perêz maytewe tif û lew des û daset
her dêtewe swê zamî diłî sabîrîNasnava edebî qurban
aram û sebûrî nîye sûtawe le taset
ḧesret le diłim ma ke şewê bêy û le xewda
sabîrNasnava edebî bexeber bê le ziřey tas û heyaset