to were ey dulberî řû aftab

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  786 Dîtin
to were ey dulberî řû aftab
laweke bê perde û naz û ’îtab
bêre serînim merezim têbge
wa le fîraqit cîgerm bû kebab
wa le ẍemî dûrî tuwe kewtûm
nek ḧukema, qabîz eka îctînab
řeḧmî xuda bêne dił û besyetî
mîḧnet û dûrî û fîraq û ’ezab
sed keřetim derbikey û dêmewe
to ke mîsalî ’esel û min zubab
derd û ẍemit ḧasłî ’umrî mine
werne sewabim nîye ’îndelḧîsab
’eksî gułî řûmetî to ba’îse
wa ke siruşkim buwe ’eynî gułab
’aşiq û ẍembarim û çawit şerab
xeste û tadarim û lêwit ’enab
fermû eger can û diłit pêdewê
ḧazre sabîrNasnava edebî lebo ředdî cewab