muddetêke şew enałênim lejêr pasareket

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1136 Dîtin
muddetêke şew enałênim lejêr pasareket
xot nekirde xawenî xestey le gyan bêzareket
wa le çawim carîye firmêskî xem baweř bike
řê nema xêłî xeyałit bête lay bîmareket
ta xyałit padşahî şarî dił bê muşkîle
qasîdî xew řû bikate çawî xizmetkareket
hajehajî seylî çawim piř be ’alem mewc eda
qetryê nayête ber çawit le sextî qareket
ta nehatim bo nehatî? taku tebîyn bê behat
taze hatî hatinit heyhate bo ẍembareket
ḧesreta řojê nehatîte serînim pêm biłêy:
ey ẍerîbî şarekem çonî legeł azareket?
sebre çarey derdî dûrî, zîkire dermanî gunah
zû degatê ḧasłatî sebir û îstîẍfareket
sabîrîNasnava edebî wiryabe xo ew şoxe we’dey da be to
bek hemîsan řenceřo bî, derdî sałî pareket