ey musułmanan xuda lêman qebûł naka ke wa

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  642 Dîtin
ey musułmanan xuda lêman qebûł naka ke wa
wa becarê dînî xoman naye ser nan û kewa
ḧubbî dunya zewqî dîndarî le diłmana nehêşt
şermezarî herdû dinya tabî’î nefis û hewa
tabekey ’asîgerî û bê ta’etî û dûrîy xuda?
bo temê negrîn le baba adem û dada ḧewa
yadî ḧeq û mirdin û řojî qyametman nîye
cumle me’lûlî gunaḧ û bê ḧekîm û bê dewa
řastî dunya hîç wefa û asayşî têda nîye
herçî tê fikirê perêşane, feqîr û bênewa
dûr le çakanî le çarey bê feřîda sed beła
padşah muḧtace bo dû ane xercî bênewa
sabîrîNasnava edebî eḧwałî em dunya meger xwa çakî ka
to mełê ’alem weha, xełkî nełê ew şêxe wa!