ey hemû ’alem be çawanî nexoşt namîzac

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  1200 Dîtin
ey hemû ’alem be çawanî nexoşt namîzac
întîzarin ey mesîḧaleb byandeytê ’îlac
to ke derkewtî meh û estêre şew nûryan nema
řoj ke meylit bê le meḧbûban esênî xerc û bac
bo ẍułamî to benî’adem hemû gerdinkeçin
cumle derwêş ta ẍenî ta saḧîbanî text û tac
derdimend û mustemendim to ḧekîmî ḧazîqî
to be saẍim serf ekey ḧezkey be neqdî bê řewac
ta demaẍî dił le bonî cennetî ḧusinit piře
şad û sermest û mecazim bote dawî namîzac
ey mesîḧaleb be çawî to le řuḧim lêweye
to were řeḧmêke ya řuḧim bisêne ya ’îlac
sabîrîNasnava edebî lewsawe surmey çawî xakî řêgete
çawî bînaye be bedrî ḧusnî pakit leylî dac