nîgara mest û bîmarim be çawî mest û bîmarit

Li pirtûka:
Dîwanî Sabîrî
Berhema:
Sabîrî (1881-1944)
 1 Xulek  535 Dîtin
nîgara mest û bîmarim be çawî mest û bîmarit
wekû perwane sûtawim be şem’î nûrî řuxsarit
be şew mecnûn û bêdarim be yadî zulfî willeylit
xeyałî řût be řoj şêtim deka wişşemsî řuxsarit
le şewqî ’arizit şems û qemer ḧeyran û şermende
le çawî to xecałetbare ahû, kew le řeftarit
ne tenha sabîrî gîrodeyî zincîrî gîsûte
debînim meşrîq û meẍrîb perêşan û giriftarit
’îlacî derdî zi’if alqilbErebî egerçî sexte, asane
be gułqendî gułî řuxsar û lêwanî şekirbarit
demêke ’alemî umîdewarî lutif û îḧsane
ke to pêyan nîşandey def’eyê řuxsarî gułzarit
ke yarim hate bałînim nema azar û nałînim
xuda lêkyan neka sabîrNasnava edebî ḧekîm û bextî bîdarim
mesîḧ asa be îmayê hezar emwat ekey îḧya
were seyrîke sabîrNasnava edebî ba nebê meḧrûmî dîdarit