nîgara mest û bîmarim be çawî mest û bîmarit

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  534 views
nîgara mest û bîmarim be çawî mest û bîmarit
wekû perwane sûtawim be şem’î nûrî řuxsarit
be şew mecnûn û bêdarim be yadî zulfî willeylit
xeyałî řût be řoj şêtim deka wişşemsî řuxsarit
le şewqî ’arizit şems û qemer ḧeyran û şermende
le çawî to xecałetbare ahû, kew le řeftarit
ne tenha sabîrî gîrodeyî zincîrî gîsûte
debînim meşrîq û meẍrîb perêşan û giriftarit
’îlacî derdî zi’if alqilbArabic egerçî sexte, asane
be gułqendî gułî řuxsar û lêwanî şekirbarit
demêke ’alemî umîdewarî lutif û îḧsane
ke to pêyan nîşandey def’eyê řuxsarî gułzarit
ke yarim hate bałînim nema azar û nałînim
xuda lêkyan neka sabîrPen name ḧekîm û bextî bîdarim
mesîḧ asa be îmayê hezar emwat ekey îḧya
were seyrîke sabîrPen name ba nebê meḧrûmî dîdarit