ey qemer leyl û be řoj aftab

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  379 views
ey qemerî leyl û be řoj aftab
’aşiqî řût bûne ketan û kebab
’eksî gułî řûmetî toy dî beşer
boye siruşkî buwe ’eynî gułab
ça nye bê sûç û xeta emkujî
řojî qyamet heye ekirê ḧîsab
řeḧmî xuda bêne dił û besyetî
nîme tewanayî ’îtab û ’ezab
bextî mine wi’dî to naka wefa
’ehdî tuwe nebû du’a mustecab
bem diłî bîmarewe deste û du’am
yek le hezaranî nebû mustecab
hate serînim witî: çî meyl ekey?
hate demî sabîrîPen name cûtê ’enab