45

me’yûsya zînêye bi sebeb meḧbûsya memê, me’nûsya wêye bi ẍem û derd û elemê
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 3 Xulek  1179 Dîtin
zîna ku bi derdê hecrê ẍemgîn
bê sebir û sukûn qerar û temkîn
hindî wekû mem nebûyî meḧbûs
hêja nedbû ji weslê me’yûs
gava wekû mem gihşite çalê
ummêd nema ji bo wisalê
nezhetgeh û şehnişîn û eywan
lê bûne ḧesar û ḧebis û zindan
hindî wekû şerbet û te’am bûn
goya ku li wê hemî ḧeram bûn
canî nedkir çi xwab û raḧet
cismî ne didî çu tab û taqet
ew řeng ze’îf û jar bûbû
goya ku bi cismî tarê mû bû
ew mû geřyayî ze’feranî
teşbîhî bi řengê řûyê xanî
şeb ta bi seḧer seḧer ḧeta şeb
farẍ nedbû ji zikirê: ya rebErebî
her leḧzedgote çerxê dewwar:
kay zalmê bê emanê xûnxiwar
min qesd û ẍerez di gel te nîne
aya te di gel min ev çi kîne?!
dewrek ne te kir demek ji bo min
piř dî te meger memek ji bo min
nûrek di řuyê me kir te peyda
suhtin li memê te pê sweyda
şewqek di ruxê memê te hil kir
qelbê me bi wî te sot û kul kir
aya te çi mesleḧet di min dî
nîşanê m da te yêkê cindî
ewwel te kusan li min ’eyan kir
paşî te çiřa li min nihan kir
suhtin te bi agirê firaqê
kuştin te bi derdê iştyaqê
’alem hemî pêkve şad û xurrem
dayîne min û memê te me’tem
derdê xwe ji bo m řa bibêje
jehra di dilê xwe da biřêje
yûsif te li min şihande çalê
hîştim te di vê xerabe malê
ye’qûb sifet ḧezîn û nalan
sebra dil û can te bir bi talan
ez mayîme her wekî zuleyxa
bê yûsif wibê murad û me’wa
geh şekwe dikir ji bo memê jar:
kay yûsfê bê guneh giriftar
da fikirê nekî ku raḧetim ez
da zen nebrî bi taqetim ez
walilhErebîy qesem dikim bi barî
řo jê di sipî şevê di tarî
nînin ji me řa çu xwab û xwarin
îlaErebî ku du dîde xûn dibarin
bîdarye sen’etê du çavan
xûnxiwarye xwarna hinavan
ey qible’ê qelbê min bi dilxiwah
wey ke’be’ê can bi ki’be alilhErebî
her leḧze ji destê firqeta te
her weqtî ji derdê ḧesreta te
sed ah û dused enîn û efẍan
bê gav me tên ji nîv dil û can
ev řengeye ḧalê min şeb û rûz
ḧalê te kusane ey dil efrûz?
zindanyê min! te kî celîse?
sewda’yê min! te kî enîse?
ey dil tu ji qelbê min biderkev!
wey can tu ji bo dilî bi berkev
hûn herdu heřn memê bibînin
lê yek xeberî ji bo me bînin
ey dil tu ku lê dikî selamê
zû bîneve bo m řa peyamê
kanîn bi çi ḧale ew giriftar
danîn çi xyale ey dil efgar
kanê li me aşe yane zîze
baẍê wî bihare ya peyîze
xweş řeng û letîfeşubhî sorgul
yan jar û ze’îfe mislê bulbul
eywan li me bûye darê miḧnet
zindan bi me bûye baẍê cennet
xwezya ku li min ẍezeb kira mîr
manendî memê bi ẍilil û zincîr
ez jî bişhandima v çalê
řo jek veketa li min ji salê
carek bidya min ew giriftar
derman bikira min ew birîndar
’umrê min eger çi yek remeq bû
ḧeqqa ku mirin ji bo me ḧeq bû